“Çiyayê Çiravê rojeke din a sar li dû xwe hiştibû; hêdî hêdî radestî hembêza şeveke nediyar bûbû. Şev tarî, şev sar û ne xalî bû. Ji zilmatê mirov nedikarî pêş xwe bibîne…
“… meşa herî xweş a berbanga sibê bû. Di meşa berbangê de weke ku mirov li ser xeta asoya şev û rojê sekinîbe, gav bi gav şahidî ji guherîn û veguherîna xwezayê re tê kirin. Hilatina roja spîçolkî, xatirxwestina stêrkên renglîlik, liv&i
Tükendi
Gelince Haber Ver“Çiyayê Çiravê rojeke din a sar li dû xwe hiştibû; hêdî hêdî radestî hembêza şeveke nediyar bûbû. Şev tarî, şev sar û ne xalî bû. Ji zilmatê mirov nedikarî pêş xwe bibîne…
“… meşa herî xweş a berbanga sibê bû. Di meşa berbangê de weke ku mirov li ser xeta asoya şev û rojê sekinîbe, gav bi gav şahidî ji guherîn û veguherîna xwezayê re tê kirin. Hilatina roja spîçolkî, xatirxwestina stêrkên renglîlik, livîna bayê maşelan, senfoniya teyr û tilûrên xweşawaz û xuşexuşa ku xwe li newal û berpalên asê digirt, tev di bin sîbera hilmên germ û gavên şidayî de mizgîniya destpêkirina rojeke nû didane mirov. Dihate dîtin ku xweza bi hemû hunera xwe ve di nav jîndariyeke bê tebit de ye. Di hembêza xwe de jiyaneke nû dimeyîne û teşiya welidandinê bi bayê berbangê re tim û tim dizivirîne. Vê herikbariya bêsekan wek pêlên deryayê xwe li qeraxên çavê mirov dixist. Seqaya wê kêliyê îlhameke mezin diafirand. Mirov zêdeyî xwe zindî hîs dikir, ruhsivik û bi lebat dibû…