Menü
Hesabım
Sepetim

Diroka Edebiyata Kurdi

Üretici Liste Fiyat
3.500,00
2.310,00
Yorum Yap
Listeye Ekle
Öne Çıkan Bilgiler

Heta vê kêliyê, berfirehtirîn xebata akademîk a ku li ser dîroka edebiyata Kurdî hatiye amadekirin berhema Marûf Xeznedar ya bi navê Mêjûy Edebî Kurdî ye. Ev dîroka edebiyatê ya ku encama keda pêncî salî ye (1950-2000), bi qeware û naveroka xwe di heman demê de projeyeke edebî ya serkeftî û ansîklopediyeke edebiyatê ya giranbiha ye jî. Berhem, ne tenê qonax, nûner û bizavên edebiyata Kurdî, di heman demê de zanyariyên bingehîn ên bi coxrafya, dîrok, ziman, dîn, civak, perwerde, destnivî

Diroka Edebiyata Kurdi Hakkında Bilgiler
Türü : Kürt Edebiyatı
Kapak : Ciltsiz
Sayfa Sayısı : 2776
ISBN : 9786256605299
Basım Yılı : 2024
Kağıt Tipi : 2. Hamur

Tükendi

Gelince Haber Ver

Heta vê kêliyê, berfirehtirîn xebata akademîk a ku li ser dîroka edebiyata Kurdî hatiye amadekirin berhema Marûf Xeznedar ya bi navê Mêjûy Edebî Kurdî ye. Ev dîroka edebiyatê ya ku encama keda pêncî salî ye (1950-2000), bi qeware û naveroka xwe di heman demê de projeyeke edebî ya serkeftî û ansîklopediyeke edebiyatê ya giranbiha ye jî. Berhem, ne tenê qonax, nûner û bizavên edebiyata Kurdî, di heman demê de zanyariyên bingehîn ên bi coxrafya, dîrok, ziman, dîn, civak, perwerde, destnivîsarî û rojnamevaniya Kurdî re pêwendîdar û seyra dîrokî ya edebiyatên cîhanê jî radixe ber çavan.
Di Mêjûy Edebî Kurdî de diyalektên edebî yên Kurdî, di çarçoveya serdeman de pêkve hatine pêşkêşkirin (qonaxbendiya asoyî) û ji bo her helbestvanekî bi qasî ku bibe namilkeyek cihekî zêde hatiye terxankirin. Di berhemê de, li gor qewareyê, bi rêzê edebiyatên Kurdîya Soranî, Goranî, Kurmancî û Lorî cih digirin. Heçî Kurdîya Zazakî û Kurdîya berî Îslamê ye amaje bi wan nehatiye kirin. Ji aliyê edebiyata Kurmancî ve li ser esasê ekola Rûsyayê kêm helbestvan hatibin dayîn jî, di nav lîteratura Soranî de, berhema ku herî zêde cih daye edebiyata Kurmancî dîsa Mêjûy Edebî Kurdî ye. Ji ber ku di berhemê de edebiyata Soranî bi qonaxên xwe yên klasîk û modern bi awayekî pir berfireh hatiye pêşkêşkirin, rola berhemê ya esasî di qada edebiyata Soranî de ye.
Guman tuneye ku hemû Kurdên ku Kurmanciya latînî bi kar tînin, de ji vê berhema Marûf Xeznedar ya ku bi destê Ziya Avci hatiye Kurmancîzekirin û ji aliyê Weşanxaneya Nûbiharê ve hatiye weşandin mefayeke mezin bi dest bixin.
Abdurrahman Adak

 

T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.