Gelî xwendevanên delal! Her wekî ku hûn jî dizanin mela û medreseyên Kurdistanê serkanî û çavkanîya zimanê Kurdî ne. Lewra eger di wan rojên teng û tarî de seydayên me dest neavitina qelemê belkî îro me nikariba bi vî zimanê şîrîn bişte?ilin. Xwedê Te‘ala ji seyda û melayên me razî be ku ev qencî bi me kirin. Mixabin piştî hilweşîna Dewleta ‘Usmanî rojên dijwar û tarî ji bo milletê Musluman dest pê kir. Lewra bi veguherîna elfabeyê, ‘alim û zanayên me di yek şevekê
Tükendi
Gelince Haber VerGelî xwendevanên delal! Her wekî ku hûn jî dizanin mela û medreseyên Kurdistanê serkanî û çavkanîya zimanê Kurdî ne. Lewra eger di wan rojên teng û tarî de seydayên me dest neavitina qelemê belkî îro me nikariba bi vî zimanê şîrîn bişteẋilin. Xwedê Te‘ala ji seyda û melayên me razî be ku ev qencî bi me kirin. Mixabin piştî hilweşîna Dewleta ‘Usmanî rojên dijwar û tarî ji bo milletê Musluman dest pê kir. Lewra bi veguherîna elfabeyê, ‘alim û zanayên me di yek şevekê de cahil hatin qebûlkirin. Îrtîbata gel ji çavkanîyên wanê sereke hat birrîn. Ji xwe di mektebên resmî de digel ‘ilmê Îslamî, xwendina bi herfên ‘Erebî jî qedexe bû. Zimanê kurdî ji xwe wek ‘unsureke folklorîk jî nedihat qebûlkirin. Kesên ku bi vî zimanî di xwendin an dinivîsîn her wekî di kefa destê xwe de bizotek agir radigirtin. Bi saya ẋeyreta seyda û melayên me yên ku bi zimanê Kurdî dinvîsîn û bi tedrîsatê ve meşẋûl dibûn zimanê Kurdî ji windabûnê xelas bû. Lê pirsgirêkek dî derket meydanê. Ji ber ku nifşên nû nikaribûn bi ḥerfên ‘Erebî bi xwînin pêdivî bi latînîzekirina wan berheman çêbû. Dîwana Cami’ jî yek ji wan berhemên giranbiha bû ku heta niha nehatibû latînîzekirin. Ji lew me hewl da ku em vê berhemê digel herfên ‘Erebî bi ḥerfên Latînî jî bi weşînin.