Menü
Hesabım
Sepetim

Madonnaya Mantokurk Lê

Üretici Liste Fiyat
180,00
122,40
Yorum Yap
Listeye Ekle
Öne Çıkan Bilgiler


Yekî ji wan mirovên heta niha ez rastî wan hatî, bandora herî mezin li ser min hiştibû. Tevî ku gelek meh di ser re derbas bûbûn jî min dikir û nedikir ez ji vê bandorê xilas nedibûm. Kengî ez bi serê xwe bimama, rûyê Raif Efendî, nêrînên wî yên saf û piçekî dûrî dinyayê û tevî vê yekê pêrgî mirovan bihatan dixwestin bibişirin, li ber çavên min dikevin. Halbûkî ew qet ne zilamekî fewqalade bû jî. Di ser de jî ew yek ji wan mirovên ti ta

Madonnaya Mantokurk Lê Hakkında Bilgiler
Türü : Roman
Kapak : Ciltsiz
Sayfa Sayısı : 190
ISBN : 9786052356791
Basım Yılı : 2023
Kağıt Tipi : 2. Hamur

Tükendi

Gelince Haber Ver


Yekî ji wan mirovên heta niha ez rastî wan hatî, bandora herî mezin li ser min hiştibû. Tevî ku gelek meh di ser re derbas bûbûn jî min dikir û nedikir ez ji vê bandorê xilas nedibûm. Kengî ez bi serê xwe bimama, rûyê Raif Efendî, nêrînên wî yên saf û piçekî dûrî dinyayê û tevî vê yekê pêrgî mirovan bihatan dixwestin bibişirin, li ber çavên min dikevin. Halbûkî ew qet ne zilamekî fewqalade bû jî. Di ser de jî ew yek ji wan mirovên ti taybetmendîya wan neyî bû û heke em her roj li derdora xwe bi sedan kesên weke wî bibînin, beyî ku em li wan binêrin em bi rêka xwe de diçin. Di hin hêlên jîyana wî ya em pê dizanin û nizanin de, teqez tiştekî meraqê bide mirovan tunebû. Gelek caran dema em mirovên wisa dibînin, em ji xwe dipirsin: “Ma gelo ev ji bo çi dijîn? Di jînê de çi dibînin? Kîjan mantiq, kîjan hikmet dihêle ev li ser rûyê erdê bigerin û ji xwe re nefesekê bidin û bistînin. Lê belê dema em wisa difikirin, tenê em li rûyên wan zilaman dinêrin; em nayînin bîra xwe ku serîyekî van kesan, tê de jî mejîyekî wan î ku bivên nevên mecbûrê xebitandinê ye û bi vê yekê re cîhaneke ku li gor xwe ava dikin heye. Şûna em li xuyabûna wan binêrin û em fitûyê li wan bidin, bi meraqdarîyeke herî biçûk a mirovîn em vê cîhana kesnezan meraq bikin, belkî em tiştine ku hîç me hêvî jê nedikir û zengînîyên em qet ne li bendê, bibînin. Lê belê mirov çêtir bi lêkolînên ku encamên wan tên texmînkirin re mijûl dibin. Peydakirina lehengekî ku bizane di binê bîrekê de ejderhayek heye û xwe berdîyê, teqez ji peydakirina mirovekî xwe berde binê bîreke ku nizane bê çi tê de heye, hêsantir e. Nasîna min a ji nêz ve ya Raif Efendî, tenê rasthatinek bû.

T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.