“Bi rakirina qedexekirina li ser Kurdî re, li bakurê Kurdistanê, zemîneke baş ji bo pêşketina çîroka Kurdî hate holê. Dibe ku miletê Kurd di her warê jiyanê de feqîr mabe, lê dewlemendtirîn milet e di warê mijarên wêje û edebiyatê de. Edîb Polat bi van çîrokên xwe derî li ber du riyan vedike. Li ber vejandin û jinûvenivîsandina çîrokên ku di nav xelkên me de hatine gotin, lê nehatine nivîsandin. Ji hêla din de, derî li ber daweşandina toza heyştê salî û nûkirina gi
Tükendi
Gelince Haber Ver“Bi rakirina qedexekirina li ser Kurdî re, li bakurê Kurdistanê, zemîneke baş ji bo pêşketina çîroka Kurdî hate holê. Dibe ku miletê Kurd di her warê jiyanê de feqîr mabe, lê dewlemendtirîn milet e di warê mijarên wêje û edebiyatê de. Edîb Polat bi van çîrokên xwe derî li ber du riyan vedike. Li ber vejandin û jinûvenivîsandina çîrokên ku di nav xelkên me de hatine gotin, lê nehatine nivîsandin. Ji hêla din de, derî li ber daweşandina toza heyştê salî û nûkirina giyana çîrokê vedike.”
Helîm Yûsiv
“Ez bi rihetî dikarim aliyê lîrîk ê (Leystoka Pelixî) bidim ber wê hîkayeya Fuat Temo ya “Şewêş” û ya Anderson û wê hîkayeya “Keçika Kibrîtfroş” ku hema hema li temamê zimanê cîhanê hatiye wergerandin û heta roja qiyametê kî wê bixwîne, dê kezeba wî bişewite.”
Ayhan Meretovar/Nûbihar, jimar: 112, Havîn 2010.