02.11.1985: Saet di 20.30î da ji salona dawî dengê teqînekê hat û bû qîjewîjeke mezin. Min dît Malmîsanij ji par ra bi yekî girtiye û ew jî li ber xwe dide ji bo ku ji destê Malmîsanij xelas bibe.
16.01.1986: Mehmed Uzun, li Lararhogskolanê li ser romana xwe Tu civînek çêkir. Bavê Nazê, Cimşîd Heyderî gotin bes e, ev dizî ye. Hewa guherî, atmosfer pir ne xweş bû.
19.05.1987: Kes nizane em bi çi halî vê rojnameyê derdixin. Ne ev îdîalîzm bûya me nikanîbû ev rojname derxista.
Tükendi
Gelince Haber Ver02.11.1985: Saet di 20.30î da ji salona dawî dengê teqînekê hat û bû qîjewîjeke mezin. Min dît Malmîsanij ji par ra bi yekî girtiye û ew jî li ber xwe dide ji bo ku ji destê Malmîsanij xelas bibe.
16.01.1986: Mehmed Uzun, li Lararhogskolanê li ser romana xwe Tu civînek çêkir. Bavê Nazê, Cimşîd Heyderî gotin bes e, ev dizî ye. Hewa guherî, atmosfer pir ne xweş bû.
19.05.1987: Kes nizane em bi çi halî vê rojnameyê derdixin. Ne ev îdîalîzm bûya me nikanîbû ev rojname derxista.
28.11.1992: Me xwar, vexwar û dilê xwe li siyasetê rehet kir. Jixwe her cara em tên ba hev mijara me siyaset e. Em dipeyivin lê tiştekî safî nakin.
10.03.1996: Li vî welatî gelek caran ez xwe wek girtiyekî muebetê his dikim. Çimkî ez nizanim cezayê min ewê kînga biqede.
31.05.1999: Di jiyana xwe da tu carî hewqasî xemgîn û xeyalşikestî nebûme. Ji bo min îro rojeke herî bi jan û êş e.
Zinarê Xamo piştî 1980yî gava tê Swêdê, dest bi nivîsîna rojnivîskan dike. Rojnivîskên Sirgûnekî ku bijarteyek e ji notên wî yên rojane yên salên 1985-1999an, ne tenê portreyeke şexsî ya sirgûnekî lê herweha resmekî giştî yê kulturî, civakî û siyasî yê kurdan li Swêdê û li diyasporayê jî bi zelalî raber dike.