Menü
Hesabım
Sepetim

Zimanê Me - Asta Destpêkê

Üretici Liste Fiyat
400,00
272,00
Yorum Yap
Listeye Ekle
Öne Çıkan Bilgiler

Em hêvîdar in ev pirtûk kurdîyê bi zarokan şîrîntir bike.
Ev pirtûk ji bo zarokên 5-8 salî ye û li ser metoda deng hatiye avakirin; loma bi alfabeyê dest pê dike. Ji ber ku alfabeya kurdî fonetîk e, ango her herfek teqabilî dengekî dike, ev metod pirtir li hînkirina kurdî ya destpêkê tê.
Zarok dê bi vê pirtûkê hînî dengên kurdî bibin û ji bo bilêvkirin û axaftineka bedew û rastnivîsîneka dirust bingeheka kurdîyê ya têkûz ava bikin. Bo nimûne; zarok dê

Zimanê Me - Asta Destpêkê Hakkında Bilgiler
Türü : Diğer
Kapak : Ciltsiz
Sayfa Sayısı : 112
ISBN : 9786256274105
Basım Yılı : 2024
Kağıt Tipi : 2. Hamur

Tükendi

Gelince Haber Ver

Em hêvîdar in ev pirtûk kurdîyê bi zarokan şîrîntir bike.
Ev pirtûk ji bo zarokên 5-8 salî ye û li ser metoda deng hatiye avakirin; loma bi alfabeyê dest pê dike. Ji ber ku alfabeya kurdî fonetîk e, ango her herfek teqabilî dengekî dike, ev metod pirtir li hînkirina kurdî ya destpêkê tê.
Zarok dê bi vê pirtûkê hînî dengên kurdî bibin û ji bo bilêvkirin û axaftineka bedew û rastnivîsîneka dirust bingeheka kurdîyê ya têkûz ava bikin. Bo nimûne; zarok dê ferqa “e” û “ê”, “v” û “w”, “k” û “q”yê û hwd. hîn bibin. Her weha zarok dê bi awayekî xwezayî hînî ferqa “hevala min”, “hevalê min“ û “hevalên min” bibin.
Nivîsarên vê pirtûkê li gor hin temayan hatine amadekirin; wek roj, demsal, sersal, Newroz, xweza, ajel, stran, hevaltî, malbat, dibistan, çîrok, xwarin, trafîk û hwd.
Naveroka vê pirtûkê neynika jîyaneka demokratîk e. Di vê pirtûkê de zarok gelek azad in. Ew dipirsin, diaxifin û tiştan dikin. Nivîsarên vê pirtûkê, bi fikra yeksanîya jin û mêran hatine hûnandin.
Ji bo ku hewesa xwendina kurdî li ba zarokan bilind bibe, me cih da çend zûgotinok, stran û helbestên kurdî jî. Nimûneyên çanda kurdî yên wek tiştanok, gotinên pêşîyan û çîrok jî vê pirtûkê rengîntir dikin.

 

T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.